Trump ser Libnan û Hizbullahê Hişyarî Dide Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê hiştyarîyek tund da Îranê û got
ku Divê Îran demildest rawestandina hêzên xwe yên bi wekalet (proxies) yên ku li Libnanê diravek mezin distînin û dibine sedema aloziyan, rabigire.

Trump li ser platformaTruth Social de, payemek weşand û hişyarî da Îranê û got, "Heke Îran vê yekê nekin, em ê derbeke pir bi êş û giran li Îranê bixin, wekî ya hefteya borî, lê vê carê hîn girantir."

Ev daxuyanîye di demekê de tên ku şandeyeke Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Serok JD Vance li Swîsreyê ye ji bo hevdîtinan bi aliyên Îranî re li ser Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya bi Îranê re û pêşkeftinên herêmî.

Ji bilî Îranê, krîza Libnanê, nakokiya di navbera Îsraîl û Hemasê de û rêbazên kêmkirina aloziyan li Rojhilata Navîn jî dê werin gotûbêjkirin.

Vance roja Yekşemê got ku Serok Donald Trump dixwaze "rûpelek nû veke" da ku guhertinek di têkiliyên Amerîka û Îranê de çêbike, û danûstandinên teknîkî yên ku li Swîsreyê dest pê kirin dê rê bidin her du aliyan ku bi hev re rûnin û li ser çareserkirina pirsgirêkên cûrbicûr danûstandinan bikin.

Vance got "Serok Trump dixwaze Rojhilateka Navîn bibîne ya ku ji 10 sal berê pir cuda be."