Qeter û Pakistan: Pêşkeftinek Hêvîbexş di Danûstandnên Amerîka û Îranê de Çêbûye

JD Vans Cîgirê Serokê Amerîkayê, Şehbaz Şerêf Serokwezîrê Pakistanê û Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman

Danûstandinên Amerîka û Îranê roja Duşemê li Swîsreyê bidawî bûn, û li gorî navbeynkaran, danûstandinên teknîkî dê di dawiya hefteyê de li havîngeha çiyayî ya Swîsreyê ya Burgenstock berdewam bikin.

Navbeynkarên Qeter û Pakistanî ragihandin ku rayedarên Amerîkî û Îranî di gera yekem a danûstandinan de "pêşketinek Hêvîbexş" bi dest xistine, lê girjî li ser Libnanê û Tengava Hormuzê hîn jî berdewam dike.

Daxuyaniyek hevbeş a ji aliyê Doha û Îslamabadê ve hat weşandin got ku Amerîka û Îran li ser nexşerêyek li hev kirine da ku di nav 60 rojan de bigihîjin rêkeftinek dawî.

Li gor Ajansa Reuters di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du alî li ser mekanîzmayek li hev kirine da ku şerê di navbera Îsraîl, û Hizbullahê de, li Libnanê bi dawî bikin, û kanalek têkiliyan vekin da ku alîkariya derbasbûna ewle ya keştîyên bazirganî bi rêya tengavê, ku rêyek girîng a dabînkirina cîhanî ya petrol û gaza xwezayî ya şil, misoger bikin.

Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman wêneyek weşand ku ew bi Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Jared Kushner, zava û Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump re ye.

Di postek li ser platforma X'ê de, Serokwezîrê Qeterê nivîsand: "Rasterast ji Lucerne, kar bi Cîgirê Serokê Amerîkayê û Jared Kushner re berdewam dike."

Ji alîyê xwe ve Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser hesabê xwe yê X nivîsand: "Civîna yekem a komîteya asta bilind a di bin Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya Îslamabadê de li bajarê Bürgenstock ê Swîsreyê bi serkeftî bi dawî bû."