JD Vance: Em Mekanîzmayekê ji bo Bêçekkirina Hizbullahê Pêş Dixin

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîkayê

Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance roja Duşemê got Amerîka li herêmê agirbestekê dixwaze, ev yek nîşan dide ku Washington mekanîzmayek ji bo bêçekkirina koma Hizbullahê ya Libnanî pêş dixe.

Vance di civîneke çapemeniyê de rave kir: "Em agirbestek herêmî dixwazin," û destnîşan kir ku rewşa li Libnanê "dê di gotûbêjan de berdewam be." Wî zêde kir, "Em mekanîzmayek ji bo bêçekkirina Hizbullahê pêş dixin."

Vance li ser platforma Xê got "Ez pêşketina derbarê Libnanê wekî "pêşketineke pir baş" bi nav dikim. Em agirbesteke herêmî dixwazin". Vance diyar kir ku alîyên peywendîdar bi rastî bi hev re diaxivin.

Ji alîyê xwe ve Serokê Libnanê Joseph Aoun di pêwendiyeke telefonî de ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner û Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Abdulrahman Al Sanî, avakirina şaneyeke hemahengîyê ji bo cîgirkirina agirbesta li Libnanê gotûbêj kir.

Serokatiya Libnanê di daxuyaniyekê de li ser platforma X'ê ragهhand ku di peywendiya telefonî de jî pirsa rawestandina girjiya serbazî ya Îsraîlê û gavên ku divê di vê derbarê de werin avêtin, di nav de avakirina şaneyekê ji bo vê mebestê, hatin nirxandin.

Biryar e ku vê hefteyê li paytexta Amerîkayê, Washingtonê, gerek nû ya danûstandinan di navbera şandeyên Libnanî û Îsraîlê de dest pê bike.