Nûnerê Amerîkayê li UN: Eger Pêdvî be, Amerîka dê Tora Îranê ya li Hormuzê Wêran Bike

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî, Mike Waltz

Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî, Mike Waltz roja Yekşemê ragihand ku heke Tehran gefê li keştivaniya navdewletî ya li Tengava Hormuzê bixwe, Amerîka dê berdewam be li ser armancgirtina binesaziya leşkerî ya Îranê.

Waltz di hevpeyvînekê de ji bo kanala Fox News diyar kir ku: "Heke rejîma Îranê ji bo tenê kêliyekê jî bifikire ku Serok Trump dê li hember êrîşkirina keştivaniya navdewletî an êrîşkirina ser bingehên me wê bêdeng rûnê û temaşevan be, wî çaxî ew gelek şaş e, û wan ev yek di çend şevên borî de pir eşkere ûzelal dît."

Wî herweha anî ziman û got"Em ê berdewam bin ku eger pêdvî be, bi rêya leşkerî dê binesaziya wan ji nav bibin."

Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî herweha diyar kir ku gotûbêjên teknîkî yên di navbera Washington û Tehranê de berdewam in, û anî ziman ku Serok Trump “dê her dem şansê bide dîplomasiyê,” lê sebir û arama serok dê heta dawîyê dom neke.”