Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent dibêje ku Washington dikeve qonaxa "biryarder" ya nakokîya bi Îranê re, di demekê de ku rêvebirîya Trump dijî Tehranê amadekarîyên kempanyeke mezin û nû ya aborî dike.
Tê çaverêkirin ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîka îro Duşemê pêla duyê ya toleyên ser welêt û sazîyên ku bi Îranê re bazirganîyê dikin berfireh bike, li gor ragihandina ajansa Reuters.
Jêdereke ku ji vê plana Wezareta Xezîneyê agahdar e ji Reutersê re got ku rêvebiriya serok Donald Trump dixwaze zexta aborî ya li ser Tehranê zêde bike.
Di nivîseke ku di rojnameya Financial Times'ê de hate weşandin de, Bessent ev kampanya wekî “Roja Destpêka êrîşeke aborî ya tund”, (economic D-Day) pênase kir.
"Em niha dikevin qonaxa dawîn a lîstikê. Di sibeha [Duşemê] de Roja D ya aborî destpê dike - êrîşa darayî ya herî mezin ya ku heta niha dijî dijminekî hatiye kirin," wî got.
Wî herwiha got ku Washington dê ji sazî û erkên xwe bikar bîne da ku Îranê hîn zêdetir tenê bihêle û îzole bike.
“Her welatek ku mîna damarek darayî ya rejîmeke têk diçe kar bike, divê li bendê be ku ew jî para xwe ji îzolekirinê werbigre” Bessent got.
Serok Donald Trump hefteya borî gotibû ku wê dijî Îranê kempanyeke aborî ya "wêranker" destpê bike, ku qaçaxçîtîya petrolê, veguhastina pereyan, peymanên guherînên diravî, qeydkirina keştîyan û kompanîyên sexte armanc bike.
Îranê plana toleyên nû yên Amerîkayê şermezar kir û jibo welatên ku dibe beşdarî kempanya Washingtonê bibin, hişyarî da.
Berdevikê wezareta derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got ku Tehran dikare berjewendîyên bazirganî û petrolê yên welatên ku bi Washingtonê re hevkarîyê dikin, armanc bigire.
Gava zextên nû ya Washingtonê piştî têkçûna peymana memorandumê ya 18ê Hezîranê ya di navbera Amerîka û Îranê de tê ragihandin.
Amerîka û Îranê di 18ê Hezîranê de peymaneke aştiyê ya demkî îmze kirin. Di vê peymana demkî de, rawestandina demûdest û mayînde ya operasyonên leşkerî li hemû enîyan, vekirina Tengava Hûrmuzê û derbazbûna bi ewlehî ya keştîyan, bi armanca çareserîya armancên navokî yên Îranê û jibo danûstandinên bidawîanîna pevçûnê, heyameke 60 rojî hatibû dîyar kirin.
Lê, heyama 60 rojan bêencam dawî bû. Her du alîyan hevdu bi binpêkirina xalên peymanê tawanbar kirin û di destpêka Tîrmehê de dîsa ketin pevçûna çekdarî, ku piştî gelek êrîşên Îranê yên ser keştîyên bazirganî dest pê kir.
Ji alîyê din ve, hewlên dîplomatîk berdewam dikin. Pakistan, ku yek ji navbeynkarên 18ê Hezîranê bû, dîsa di hewlên kêmkirina rageşîya niha de cîh digire.
Îran herwiha dibêje ku li bendê ye ku wezîrê derve yê Omanê Bedr Albusaidi roja Sêşemê jibo gotêbêjan ku tê Tengava Hormuzê jî heye serdana Tehranê bike.
Çaverêye ku wezîr Bessent hûrgilîyên toleyên nû yên aborî îro di preskonferansekê de ragihîne.