Amerîka Dê Alîkarîya Pêşxistina Sektorên Enerjî û Elektrîkê yên Îraqê Bike

Joshua Harris û Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê

Amerîka amade ye ku binesazîya enerjî û elektrîkê li Îraqê pêş bixe da ku hemû sazî û welatîyên Îraqî ji wan qeyranan rizgar bibin, li gor daxuyanîyeke Balyozxaneya Amerîkî li Îraqê.

Balyozxaneyê îro Sêşemê di posteke xwe a li ser X’ê de got ku Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê Joshua Harris û Wezîrê Elektrîkê yê hikûmeta nû ya Iraqê Elî Se’id Wehîb ji bo vê armancê civîyan.

Li gor daxuyanîyeke balyozxaneya Amerîkayê, her du alîyan li ser çawanîya beşdarkirina pisporên Amerîkî û bikaranîna teknolojîya Amerîkî ji bo baştirkirina sektora enerjî û elektrîkê li Îraqê di berjewendiya gelên Amerîka û Îraqê de gotûbêj kirin.

Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şuwanî roja Duşemê gotibû ku ew jî bi Joshua Harris re civîyaye. Wezîrê Dadê û Birêkarê Balyozxaneyê li ser mijara girtîyên Daişê yên ku ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin gotûbêj kir. Wan herwiha tekezî li ser pêwîstîya xurtkirina têkilîyan û piştgiriya Amerîkayê ji bo reformên Îraqê kir.

Hikûmeta nû ya Îraqê meha borî ji alîyê parlementoya welêt ve hate pejirandin. Amerîkayê piştgirîya xwe ji bo serokwezîrê nû û tevahîya kabîneyê diyar kiriye.