Wezareta Dadê ya Amerîkayê îro Duşemê ragihand ku ewê heta 10 milyon dolaran bide her kesê ku agahîyan li ser sekreterê giştî yê koma Hêzên Ensarullah el Ewfîyai (HAAA) ya Îraqê bide Amerîkayê.
Wezaretê li ser X’ê bang li xelkê kir û got ku “Agahîyên derbarê rêberê vê koma bi ser Îranê ve ji bo me bişînin.”
Di postê de wêneya rêberê HAAA’yê, Heyder Muzhîr Melek el-Saîdî hat belavkirin.
Wezareta Dadê got ku “Heyder Muzhir Malak el Saîdî, ku wekî Heyder el Xerawî jî tê naskirin, rêber û sekreterê giştî yê Hêzên Ensarullah el Ewfîyai (HAAA)ê ye. Ev kom li Îraqê ye û piştgirîya xwe ji Îranê digire.”
Di postê de herwiha hat gotin ku endamên HAAA’yê êrîşî avahîyên dîplomatîk, baregeh û leşkerên Amerîkayê yên li Îraq, Urdun û Sûrîyê kirine û di encamê de leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Ji destpêka operasyona Amerîkayê ya li dijî rejîma Îranê ji 28’ê Sibatê ve, koma HAAA’yê û hêzên din ên bi ser Îranê ve êrîşên xwe zêde kirine. Wan bi dron û mûşekan êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Bexdayê û Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha, Amerîkayê HAAA’ê wekî rêxistineke terorîst dibîne.