Balyozxaneya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê li Bexdayê îro Duşemê Hişyarîyeke Ewlehîyê belav kir û tê de daxwaz ji welatîyên Amerîkî kir ku ji ber ti sedeman neçin Îraqê.
Balyozxaneyê di daxuyanîya xwe de li ser platforma X’ê got, “Mîlîşyayên terorîst ên Îraqî ku bi Îranê re hevalbend in, li seranserê Îraqê, di nav de jî li Herêma Kurdistana Îraqê, êrîşên zêdetir li dijî welatîyên Amerîkî û aramncên Amerîkî, plan dikin.”
Daxuyanîyê anî ziman ku “Hin sazîyên ku bi hikûmeta Îraqê ve girêdayî ne, bi awayekî çalak ji bo van milîsên terorîst parastina siyasî, darayî û operasyonî dabîn dikin.”
Balyozxaneyê got ku “Esmanê Îraqê ji nû ve hatiye vekirin û geştên bazirganî yên sînordar ji nû ve dest pê kirine. Welatîyên Amerîkî yên ku hizra rêwîtîya esmanî bi rêya Îraqê dikin, divê ji gefên berdewam ên mûşek, dron û roketên li esmanê Îraqê haydar bin.”
Balyozxaneyê di dirêjîya daxuyanîya xwe de bal kişand ser tîma dîplomasî ya Amerîkayê li Îraqê û got tevî ku ew “fermana derketinê ya neçar berdewam dike û alîkarîyê dide welatîyên Amerîkî yên li Îraqê. Ji ber metirsîyên zêde ên ewlehîyê, berê xwe nedin Balyozxaneya li Bexdayê an jî Qunsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê.”
Wê got, “Ger hûn welatîyê Amerîkî ne û hewceyê alîkariîyê ne, ji kerema xwe bi rêya emailê peywendîyan bi Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê re, an jî bi Qunsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê re bikin.”
“Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê welatîyên Amerîkayê Hişyarîya Asta 4 dide: Neçin Îraqê. Ji welatîyên Amerîkayê re tê şîretkirin: "Ji ber ti sedemekê neçin Îraqê. Ger hûn li wir bin, tavilê ji wir derkevin," Balyozxaneyê got.