Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku sedema mirina serbazekî Amerîkî li Herêma Kurdistana Îraqê roja Şemîyê, "rûdan bû, û serbazê Amerîkî di dema jihevxistina drona Îranî ya xistî de birîndar bûbû."
Rubio ji rojnamevanan re ragihand: "tiştek di karê artêşê de ewle nîne. Ev kar ji xwezaya xwe ve metirsîdar e, û em spasdarê hebûna van qehremanên Amerîkî ne."
Derbarê êrîşa Îranê ya ku roja Înîyê li Urdunê bû sedema mirina 2 serbazên Amerîkî, Rubio got: "Mûşekek di sîstema parastinê re derbas bû. Me hemû mûşek xistin. Tenê mûşekek derbas bû... Ev yek pir dilêş e."
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyanîyekê de roja Yekşemê ragihand bû, ku serbazekî din di dema operasyona teqandina kontrolkirî ya dron a Îranî ya xistî de hatiye kuştin û serbazekî din jî bi sivikî birîndar bû û hîn jî çareserîya bijîşkî werdigire. Ev rûdan kêmtir ji 24 saetan piştî ragihandina kuştina du serbazên Amerîkî li Urdunê hat.
Wezîrê Derve Marco Rubio got ku Amerîka hîn jî ji diplomasîya bi Îranê re vekirî ye, her çend ku hêzên Amerîkî bi lêdana şeva nehemîn a li ser hev li wî welatî, kampanyaya xwe ya leşkerî dijwartir kirine.
Rubio, berî ku ji Baregeha Andrews a li wîlayeta Marylandê bi rê bikeve ber bi civîna bilind a Komeleya Neteweyên Asyaya Başûr-Rojhilat (ASEAN) li Manêlayê, ji rojnamevanan re got: “Me gelek caran bi Îranê re ceriband, û em ê berdewam bin. Ger ew derî vebe, em ê kêfxweş bin.” Lêbelê, wî zêde kir û got: “Divê reftara wan biguhere da ku ya me jî biguhere.”
Rubio, bêyî ku hûrgulîyan bide, diyar kir ku Îranê bi awayekî rasterast an jî di ser welatên navbeynkar re nîşanên ku dixwaze danûstandinan bike, berdewam ji Amerîkayê re şandine.
Berpirsekî payeband ê Îranî îro Duşemê ji ajansa "Reuters" re ragihand, ku navbeynkaran pêşnîyarek ji bo aramkirina şerê li gel Amerîkayê pêşkêşî Tehranê kirine. Di pêşnîyarê de rawestandina agirbestê ji bo dema 10 rojan tê xwestin, daku rêyên nû ji bo vejandina rêkeftina demkî ya ku meha borî hatibû destnîşankirin, bên dîtin.