Îraq Û Amerîka Ji Bo Dawîkirina Erka Hevpeymanîyê Gotûbêjan Dikin

Amerîka û Îraqê îro Şemiyê li Bexdayê rûniştineke yekem a danûstandinên fermî li dar xist bi mebesta dawîkirina erka hevpeymaniya serbazî ya bi pêşengiya Amerîkayê ku ji bo şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê hatiye avakirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî di daxuyaniyekê de ragihand ku wî piştgirî daye destpêkirina gera yekem a diyaloga dualî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de ji bo dawîkirina erka Hevpeymaniya Navnetewî li Îraqê.

Destpêka danûstandinan, ku ji hêla herdu welatan ve roja Pêncşemê hatî ragihandin, tê di demekê de ku hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyê bi berdewamî bûne armanca êrîşên dronên milîsên ku Îran piştgirîya wan dike.

Amerîka dibêje planên avakirina komîteyekê ji bo danûstandinên li ser şertên dawîkirina erkê, yekem car sala borî hatin gotûbêjkirin, û dem ne girêdayî êrîşan e.

Washington ji dema dagirkirina wê ya sala 2003 de, hebûneke berdewam li Îraqê heye. Tevî ku hemû hêzên şerker ên Amerîkî di 2011 de derketin, bi hezaran leşker di 2014 de vegeriyan da ku alîkariya hikûmeta Îraqê bikin di têkbirina Daişê de.

Tê texmînkirin ku 2,500 serbazên Amerîkî û bingehên ku ew lê dimînin, rastî zêdetirî 150 êrîşên mûşekî û dronên milîsan hatine. Di êrîşan de bi dehan Amerîkî birîndar bûn.

Karbidestên Amerîkî dan zanîn ku danûstandinên li ser avakirina komîteyekê ji bo biryardana li ser çarçoweya dawîkirina erka koalîsyonê berî 7ê Cotmehê dest pê kiribûn û ev biryar ne girêdayî êrîşan e.

Çavkanî: AP