Rêvebirê ajansa zanyarî ya Îsraîlê (Mossad) îro Înî gihîşt Amerîkayê bo danûstandinan ligel karbidestên Amerîkayî derbarê rewşa Îranê û eger êrîşeke Amerîkî dijî Tehranê.
David Barnea, rêvebirê Mossadê, ligel nûnerê Koşka Sipî bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff, kom dibe.
Witkoff di dema van xwepêşandanên dawî de, têkilîyên rasterast yên di navbera Îran û Amerîka yê de birêve dibirin û têkeli ligel Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghchi hene.
Li gor rojnameya The Jerusalem Post, çaverê tê kirin ku Barnea li bajarê Miami ligel Witkoff kom bibe û hîn ne diyar e eger ewê ligel Serok Donald Trump jî bicive.
Tê ragihandin ku Îsraîlê ji Trump xwestiye kiryara leşkerî ya dijî Îranê paş bixe da Îsraîl nekeve ber bombebarankirina Îranê.
Serokê Trump di demeke zûtir de hişdarî da Komara Îslamî ya li ser serederîya tund û kuştina xwepêşanderan.