Amerîka Dê Serpereştîya Gereke Nû ya Danûstandinên Îsraîl û Libnanê Bike

Amerîka dê di 14 û 15'ê Gulanê de serpereştîya gereke nû a danûstandinan di navbera Îsraîl û Libnanê de birêve bike.

Berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigott roja Înê di daxuyanîyekê de got: "Li ser bingeha gera 23'ê Nîsanê, ku bi awayekî kesayetî ji hêla Serok Trump ve hat birêvebirin, herdu şand dê beşdarî gotûbêjên berfireh bibin bi armanca pêkanîna peymaneke aştî û ewlekarîyê ya berfireh, ku bi awayekî berçav fikarên serekî yên herdu welatan çareser bike."

Pigott herwiha da zanîn ku armanca van danûstandinan ew e ku bi biryardarî ji nêzîkatîya têkçûyî ya du dehsalên borî dûr bikevin.Wî got ku wê nêzîkatîya kevn rê da komên terorîst xwe bicîh bikin, desthilatdarîya dewleta Libnanê lawaz bikin û sînorê bakurê Îsraîlê bixin metirsîyê.

Daxuyanîya Wezareta Derve got ku ev gotûbêj dê çarçoveyekê ava bikin ji bo rêkeftinên aştî û ewlekarîyê yên mayînde, vegerandina tevahîya serwerîya Libnanê li seranserê axa wê, destnîşankirina sînoran, û afirandina rêyên berçav ji bo alîkarîya mirovî û ji nû ve avakirinê li Libnanê.

"Herdu alîyan jî soz dane ku bi berjewendîyên xwe yên neteweyî nêzîkî van danûstandinan bibin, û Amerîkayê dê kar bike ji bo lihevhatina van berjewendîyan bi awayekî ku ewlekarîya mayînde ji bo Îsraîlê û serwerî û nûavakirinê bo Libnanê peyda bike," daxuyanîya berdevkê Wezareta Derve got.

Pigott herwiha got ku Amerîka pêşwazîya pabendbûna herdu welatan bi vê pêvajoyê dike û dizane ku aştîya berfireh bi vegerandina tevahîya desthilatdarîya dewleta Libnanê û bêçekkirina tevahî ya koma Hizbullahê ve girêdayî ye.

Amerîka Hizbullahê wekî rêxistineke terorîst dibîne.

Danûstandinên di navbera Îsraîl û Libnanê de meha borî bi serpereştîya Amerîkayê destpê kirin, piştî ku şer û pevçûn di navbera Hizbullah û Îsraîlê de li seranserê Libnanê belav bû.

Ew şer, ku niha jî tevî agirbestê li hinek deveran didome, yek ji encamên şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê bû. Hizbullaha ku girêdayî Îranê ye, du rojan piştî destpêka operasyonên dijî Tehranê, dest bi êrîşan li dijî Îsraîlê kir.