Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke nirxandina ewlekarîyê de li Tel Avîvê ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî rejîma Îranê wê bi hevkarîya Amerîkayê berdewam bikin.
Netanyahu bi bîr anî ku Îsraîl êrîşên xwe “bi hevalên xwe yên Amerîkî re” berdewam kiriye, û di vê çarçoveyê de, fermandar û pir û binesazî bombebaran kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha got ku di rojên dawî de, Hêza Asmanî yên Îsraîlê nêzîkî 70% ji şiyanên berhemdana pola ya Îranê wêran kirine. Wî ev gav wekî “destkefteke mezin" ji bo lawazkirina çavkanîyên darayî û şiyanên çekan yên Hêzên Pasdaran binav kir.
Netanyahu behsa hevkarîya tevahî ligel Serok Donald Trump kir û tekez kir ku hevkarîya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Amerîka de dê berdewam be. Wî diyar kir ku rejîma Îranê “Ji her demê lawaztir e” û Îsraîl “Ji her demê bihêztir e.”
Serokwezîrê Îsraîlê behsa pêşhatên Libnanê jî kir û tekez kir ku êrîşên li ser Hizbullahê dê berdewam bikin û Îsraîl kar li ser bihêzkirina “Kembereke ewlekarîyê” ji bo parastina akincîgehên bakurê Îsraîlê dike.
Wezîrê Berevanîya Îsraîlê, Israel Katz, di heman kombûnê de got: "Siyaseta me li Libnanê nehatîye guhertin û armanca serekî bêçekkirina Hizbullahê bi rêya gavên leşkerî û siyasî ye."
Wî tekez kir ku ev siyaset dê “dûrî doseya Îranê li ber çavan were girtin” û artêşa Îsraîlê dê operasyonên xwe ji bo ewlekirina akincîgehên bakur bidomîne.