Ji ber alozîyên dawî û êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser herêmê, Balyozxaneya Amerîkayê li Orşelîmê, îro Duşemê hişyariyeke nû ya ewlehîyê belav kir.
Balyozxaneyê di daxuyanîya xwe de ku li ser platforma X'ê hat belavkirin got ku ji ber rewşa aloz û guhertinên bilez ên ewlehîyê, ji hemû karmendên balyozxaneyê û malbatên wan hat xwestin ku heta agahdarkirineke din ji bo rewşên lezgîn û "hişyarîyên sor" (red alerts) amade bin.
Balyozxaneyê her wiha, ragihand ku beşên konsolosxaneyê yên li Orşelîm û Tel Evîvê dê roja Duşemê girtî bimînin.
Di hişyarîyê de bang li hemû welatîyên Amerîkî yên li herêmê hat kirin ku pir hişyar bin, tevgerên xwe kêm bikin û rênimayên ewlehîyê yên herêmî bi huşyarî bişopînin.
Tê zanîn ku doh Yekşemê Îsraîl û Îranê êrîşê hev kir û serokê Amerîka Donald Trump ji herdu alîyan daxwaz kir ku pêgirî agirbestê bin û êrîşan rawestînin.