Serokê Amerîkayê Donald Trump, Îsraîl rexne kir û diyar kir ku êrîşa vê sibê li başûrê Beyrûtê "diviy nebûya" ji ber ku herêm li ber "aştîyek demdirêj" e.
Serok Trump roja Yekşemê di peyameke taybet a Truth Social de ragihand û got: " Mafê Îsraîlê heye ku xwe li hember gefan biparêze, lê êrîşa ku wê bersiv da pir sînordar û bêwate bû; divê ev pêvajoya girîng neyê têkbirin."
Trump dîsan got, "Em nêzîkî gihîştina peymanekê ne, ku dê aştiyê bîne herêmê, tevî Libnanê, û divê hemî alî pevçûnan rawestînin. Divê Îsraîl li tu deverek Libnanê êrîşên din neke, û divê tu alî - Hizbullah jî, êrîşên din li dijî Îsraîlê neke. Ev dikare bibe destpêka aştiyek xweşik û demdirêj - bila em wê biparêzin!"
Hejayî gotinê ye ku Trump berê piştrast kiribû ku peymana bi Îranê re ji bo bidawîkirina şer dê roja Yekşemê were îmzekirin, û piştî wê Tengava Hormuz were vekirin.
Ji alîyê xwe ve Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Yekşemê got ku Serok Trump bernameya navokî ya Îranê bi awayên wêranker paşve xistiye, ji "Midnight Hammer" heta vê kampanyayê.
Hegseth di hevdîteneke rojnamevanî ya bi kenala CBS re , di programa (Face The Nation) de got, "Tiştê ku ez ê bibêjim Serok li ser vê yekê gelek zelale, wî gotîye Îran dê qet û tu carî nebe xwedî çekê navokî."
Hegseth dîsan got bi her awayê be divê urayuma Îranê were jinavbirin, hilweşandin û ji holê rakirin.