Koşka Spî: Civîna Trump-Netanyahu "Erênî û Berhemdar" bû

Meeting Trump- Netanyahu

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna xwe ya roja Sêşemê de li Koşka Spî li ser şerê bi Îranê re û pêşeroja gavên li hember Tehranê danûstandin kirin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt li ser platforma Xê, civîn wekî "erênî û berhemdar" bi nav kir, lê daxuyaniyek berfireh derbarê lihevkirinên taybetî yên piştî civînê de belav nekir.

Ji alîyê xwe ve Serokwezîrê Îsraîlê, Benyamîn Netanyahû, got ku civîna wî ya bi Serokê Amerîkayê, Donald Trump re, 'gelekî baş' bûye, û ew wekî 'yek ji baştirîn civînan di dîrokê de' bi nav kir, û tekez kir ku her du alî di armanceke hevbeş de hembîr in, ku na be Îran çekên navokî bidestbixe .

Ev civîn wekî yekem civîna di navbera Trump û Netanyahû de tê dîtin ji dema destpêkirina şerê li dijî Îranê di meha Sibatê ya borî de, û ya heştemîn e, di navbera wan de ji destpêka gera duyem a Serokê Amerîkayê heta niha.