Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê wekû "sînordar" bi nav kir û tekez kir ku hewildana rawestandina wê qumareke mezin û metirsîdar e.
Mike Johnson roja Pêncşemê êvarê ji rojnamevanan re got ku Amerîka "li dijî Îranê ne di şer de ye û dê nebe jî."
Meclisa Nûneran a Amerîkayê roja Pêncşemê projeyaseyek red kir ku, ger bihata pejirandin, dikaribû rê li ber berdewamîya Operasyona Hêrsa Dastanî li Îranê bigire.
Johnson pêşwazîya têkçûna planê kir û got ku serok û Wezareta Cengê bi eşkereyî diyar kirine ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê li Îranê "operasyoneke sînordar" e.
Wî operasyona leşkerî li Îranê wekî "karekî pir zelal" bi nav kir û got ku ew " bi hemî pîvanan nêzîkî temambûnê ye, lê dîsa jî pêwîst e ku berdewam bike."
Mezinê yasedaneran got, "Plana şaş a Kongresê" ya ji bo bêparkirina serok ji şiyana wî ya temamkirina erkê "qumareke pir metirsîdar" e, û ew kêfxweş e ku ew bi ser neket.