Balyozxaneya Amerîka li Urdunê roja Yekşemê ragihand ku firokxane û Bendera Eqebayê yên Navneteweyî li başûrê şahnişînîye ji ber "gefeke destnîşankirî û pêbawer" hatiye valakirin.
Balyozxaneyê li ser platforma X’ê got, “Em bi awayekî rijî hemî Amerîkîyan şîret dikin ku ji sefera ber bi balafirgehê an bendera deryayî dûr bikevin. Berdewam bikin ku rênimayên ewlehîyê yên hemî berpirsên Urdunê bişopînin.”
Balyozxaneya Amerîkayê li Emmanê hemû Amerîkîyan şîret dike ku neçin baregehên leşkerî yên li Urdunê.
Di 2’ê Adara 2026an de, Wezareta Derve ji karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne bingehîn û endamên malbatên wan xwest ku ji ber metirsîyên ewlehîyê ji Urdinê derkevin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê doh Şemîyê hişyarîyeke lezgîn da û ji welatîyên Amerîkî li seranserê cîhanê xwest ku ji bo têkçûna zêdetir a rewşê li Rojhilata Navîn hişyar û amade bin.