Balyozxaneya Amerîka li Urdunê Çalakîyên Xwe ji ber Gefên Îranê Kêm Kirin

US embassy in Amman Jordan security alert

Balyozxaneya Amerîka li Urdunê roja çarşemê ragihand ku ew di hin karûbarên qonsulxaneyê de guhartinan dike; ev jî di demekê de ye ku êrîşên mûşekan yên Îranê berdewam in.

Balyozxaneyê hişyarîyeke ewlehîyê ji bo welatîyên Amerîkayê yên li Urdunê belav kir. Di hişyarîyê de hat gotin: "Ji bo Serok Trump, Wezîrê Derve Rubio û Wezareta Derve, ti erkek ji silametî û ewlehîya welatîyên Amerîkayê girîngtir nîne. Em bi bîra welatîyên Amerîkayê dixin ku Îranê êrîş kiriye ser jêrxaneyên sivîl û sereke li seranserê Rojhilata Navîn, di nav wan de otêl, balafirgeh, sazîyên dîplomatîk û cihên din yên sivîl."

Balyozxanê balê dikişîne ser hişyariya roja 2yê adarê (meha sêyan) ku ji welatiyên Amerîkayê xwestibû Urdunê bicîhbihêlin û dibêje ev hişyarî niha jî wekî xwe dimîne.
Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê li Emanê guhartinan di demjimêrên kar ên konsulxaneya xwe de dike.

Ev hişyarî di demekê de ye ku Hêza Parastinê ya Urdunê îro ragihand ku Îranê bi şeş muşekan û çar dronan êriş kiriye ser axa wî welatî.

Hêza Esmanî ya Urdunê ragihand ku wan çar mûşek û hemû dron xistine xwarê, lê belê du ji mûşekan li deştekê dûrî bajêr ketine xwarê.

Hikûmeta Urdunê ragihand ku ti zirarên giyanî û madî di van êrîşan de çênebûne.