Ajansa nûçeyan a Sûrîyê (SANA) îro Duşemê ragihand ku Firokên Sûrîyê rêbaza hinek geştên xwe yên îro Duşemê diguhere. Ev biryar ji bo ewlekarîya geûtiyaran hatîye girtin, ji ber ku rewşa ewlekarîyê xirab e û qada esmanî ya herêma başûrê Sûrîyê bi demkî hatîye girtin.
SANA li ser platforma X'ê ragihand ku Firokên Sûrîyê diyar kir ku geşta navbera Şam û Dubay'ê dê ji Firokxaneya Helebê rabe. Herwiha, geşta navbera Cîde û Şamê jî dê ber bi Helebê ve biçe.
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyanîyekê jî li ser platforma X'ê belav kir û hişyarî da welatîyên xwe yên li Urdunê. Di hişyarîyê de hat gotin ku ji ber êrîşên di navbera Îsraîl û Îranê de, li esmanê Urdunê dron û mûşek hene. Wezaretê herwiha got ku ji ber vê yekê, divê her kes xwe biparêze û li ciyakî ewle bimîne.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdunê ragihand ku ewê şopandina rewşê berdewam bikin. Balyozxaneyê bang li welatîyên xwe kir ku hay ji xwe hebin û ji bo agahîyên li ser geştên firokan, rasterast ji şîrketên firokan bipirsin.