Wezareta Pêşmerge: Hevpeymanîya Navneteweyî Alîkarîya Darayî bo Hêzên Me Rawestandîye

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Bextiyar Mihemed Sedîq, îro Şemîyê piştrast kir ku hevpeymanîya navneteweyî alîkarîya darayî ya ji bo hêzên Pêşmerge rawestandîye.

Sadîq ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê re got ku dema diyarkirî ji bo alîkarîya darayî ya ji hevpeymanîya navneteweyî ji bo hêzên Pêşmerge bidawî bûye, li gor peymana di navbera herdu alîyan de.

Sedîq paşê ji Dengê Amerîka re jî ev nûçe piştrast kir.

Karbidestê Kurd herwiha diyar kir ku li gor peymanê, alîkarîya darayî ya mehên Tebax û Îlona 2026'an bûn dawîya alîkarîyan.

Wî da zanîn ku “ Lihevtêgihîştina ji 21'ê Îlona 2022'an heta 21'ê Îlona 2026'an bo dema çar salan berdewam bû, li niha bidawî bû. Bi vê yekê, şandina diravî ji hêla hevpeymanîyê ve jî bidawî bû.”

Sedîq destnîşan kir ku “Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku alîkarîya darayî ya ku ji hêla hevpeymanîyê ve ya Tebax û Îlona 2026'an, 24'ê Îlonê hate dayîn û ev diravê dawî bû li gor rêkeftinê.”

Wî tekez kir ku “Me ji hikûmeta federal xwestîye ku li şûna alîkarîyê mûçeyên Pêşmergeyan serrast bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Amerîkayê dê 30'ê Îlonê, anku hefteya bê, bi awayekî fermî ji Îraqê vekişin.