Wezareta Derve: Bêhtirî 32,000 Amerîkî Bi Ewlehî ji Rojhilata Navîn Vegerîyane

Rêwiyên ji Rojhilata Navîn li Balafirgeha Navneteweyî ya Dulles kom bûne, di nav pevçûna Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re, li Dulles, Virginia, 5ê Adara 2026an. REUTERS/Kevin Lamarque

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyanîyek derbarê vegerandina bi ewle ya welatîyên Amerîkî ji Rojhilata Navîn belav kir.

Ev e deqê daxuyanîyê:

Ji 28ê Sibatê ve, zêdetirî 32,000 welatîyên Amerîkî bi ewlehî ji Rojhilata Navîn vegeriyane Amerîkayê.

Ev hejmar gelek Amerîkîyên ku bi ewlehî çûne welatên din an jî yên ku ji Rojhilata Navîn derketine lê hîn jî di rêya vegerê de ne, nagirin nav xwe.

Wezareta Derve nêzîkî 24 geştên kirêkirî temam kirine û bi hezaran Amerîkî bi ewlehî ji Rojhilata Navîn derxistine.

Her çendî geştên bazirganî li seranserê herêmê bi berdewamî baştir dibin, operasyonên geştên kirêkirî û veguhastina bejayî ya Wezareta Derve berdewam dikin, her ku şert û mercên ewlehîyê rê didin.

Di vê demê de, zêdetirî nîvê welatîyên Amerîkî yên ku ji bo derketinê alîkarî xwestine, dema ku bi wan re têkilî hatiye danîn, bijarên veguhastinê yên ku ji hêla Hikûmeta Amerîkayê ve têne peydakirin red dikin. Hin welatiyên Amerîkî dixwazin bimînin, hinên din jî bijarên alternatîf ên derketinê tercîh dikin.

Bi rêya Hêza Erkdarîyê ya 24/7 a Wezareta Derve, me rasterast alîkarîya zêdetirî 19,000 Amerîkîyên li derveyî welêt kiriye, bi rêya pêşkêşkirina rêberîya ewlehîyê û alîkarîya rêwîtîyê.

Welatiyên Amerîkî yên li Oman, Kuweyt, Behreyn, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Erebistana Siûdî û Îsraîlê ku pêwîstî bi alîkarîya rêwîtîyê hene, divê Forma daxwaza alîkarîyê di demên awarte de tije bikin.

Wezareta Derve dê bi awayekî çalak alîkarîya her welatîyê Amerîkî yê ku dixwaze ji Rojhilata Navîn derkeve bike.