Wezatera Derve ya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku pirtir ji 40,000 welatîyên Amerîkayê ji 28'ê Sibatê ve bi ewlehî ji Rojhilata Navîn vegerîyane Amerîkayê.
Wezareta Derve dibêje, di bin serokatîya Serok Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio de, Wezaretê zêdetirî bi dehan geştên asmanî pêk anîne û bi hezaran welatîyên Amerîkayê bi ewlehî ji Rojhilata Navîn derxistine.
Her çend peydabûna geştên bazirganî li tevahîya herêmê baştir dibe, lê li heman demê de geştên taybet û operasyonên veguhestina bejayî yên wezaterê berdewam dikin.
"Niha kursîyên berdest yên geştên taybet ên wezaretê ji daxwaza Amerîkîyên li herêmê pir zêdetir in," Alîkarê Wezîrê Derve Dylan Johnsonon di daxuyanîyekê de got.
Wezareta Derve dê bi awayekî çalak alîkarîya her welatîyekî Amerîkayî bike, eger bixwaze ji Rojhilata Navîn derkeve.
Welatîyên Amerîkayî yên li Rojhilata Navîn ku pêdivî bi alîkarîyê ne, dikarin bi rîya hejmara telefonê ya jêrîn peywendîyê ligel Wezareta Derve bikin:
+1-202-501-4444.