Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din hişyarî da welatîyên Amerîkî ku serdana Rojhilata Navîn nekin, di demekê de ku girjî li seranserê herêmê berdewam dikin.
Wezareta Derve ji welatîyên Amerîkî daxwaz kir ku planên xwe yên rêwîtîyê bo Behreyn, Îsraîl, Kenara Rojava, Urdun, Kuweyt, Oman, Qeter, Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ji nû ve binirxînin.
Pêşniyara wezaretê ew e ku Amerîkî yekcar "neçin" bo Îran, Îraq, Libnan, Sûrîye, Xeze û Yemenê.
Hikûmeta Amerîkî got: "Ji ber asta bilind a girjîyê li herêmê, rewşa ewlekarîyê tevlihev e û dikare bilez biguhere."
Wezareta Derve ji welatîyên ku li van welatan dimînin dixwaze ku di rewşa tundûtûjiyê de cihê deverên ewle yên herî nêzîk bizanin.
Ji alîyekî din ve Wezareta Derve ya Almanyayê îro Înê hişyarî da ku kes neçe welatên Kendavê wekî Behreyn û Kuweytê.
Di daxuyanîya xwe de wezaretê got ku rewşa ewlekarîyê ya li herêmê hîn "pir aloz e." Ji ber vê yekê, wan bi taybetî daxwaz kir ku kes neçe Behreynê.
Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha got ku dibe ku rewşa ewlekarîyê hîn xirabtir bibe û geştên esmanî bi tevahî werin sînordarkirin.
Ev hişyarî tên piştî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê li ser Behreyn û Kuweytê. Di van êrîşan de, Firokxaneya Navneteweyî ya Kuweytê hat lêdan, kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Îranê herwiha bi van êrîşan bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê armanc girtibûn.