Yekem Sindoqên Hilbijartinên Nîvdemê yên Amerîkayê Hatin Girtin

Dîmenek ji navendeke hilbijartinan li Amerîkayê. 3'ê Mijdara 2026'an.

Yekem sindoqên hilbijartinên nîvdemî yên 2026’an li Amerîkayê, demjimêr 6'ê êvarê bi dema rojhilatê welêt, li piranîya herêmên eyaleta Indiana û li herêmeke eyaleta Kentucky hatin girtin.

Dengderên Amerîkî ji bo diyarkirina kontrola Kongresê û gelek pêşbazîyên herêmî dengê xwe didin.

Li herêmên mayî yên van her du eyaletan, wê dengdan heta demjimêr 7'ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê berdewam bike. Li herêma Guamê sindoq berê roja sêşemê hatibûn girtin.

Di nav pêşbazîyên ku ji nêzîk ve tên şopandin de navçeyên yekem û pêncem ên Kongresê yên Indiana û pêşbazîya ji bo Civata Senatoyê ya Kentucky hene.

Li Kentucky, berbijarên Komarî Andy Barr û yê Demokrat Charles Booker ji bo kursîya Senator Mitch McConnell, ku xanenişîn dibe, pêşbazîyê dikin.

Li eyaletên Georgia, South Carolina, Vermont û Virginia, herwiha li herêmên mayî yên Indiana û Kentucky, wê sindoq demjimêr 7'ê êvarê bi dema rojhilatê welêt bên girtin.