Wezareta Dadê ya Amerîka îro Sêşemê, 3’ê Mijdarê, ragihand ku ji bo çavdêrîya hilbijartinan nêzî 1000 çavdêr ji bo hem 50 eyaletên welêt hatine şandin.
Wezaretê ev biryar wekî mezintirîn operasyona çavdêrîya hilbijartinan di dîroka xwe de bi nav kir.
Li gor daxuyanîya îro serê sibê, Beşa Mafên Sivîl asankarîya vê xebatê dike.
“Çavdêr wê ji karmendên vê Beşa Mafên Sivîl, beş an pêkhateyên din ên Wezareta Dadê (DOJ), Ofîsên Dozgerên Amerîka û çavdêrên federal ên ji Ofîsa Rêvebirîya Karmendan pêk bên,” wezaretê got.
Wezaretê şandina çavderan wek jibo “parastina rast û duristîya hilbijartinan” ya ku “yek ji karên pêşî yên rêvebirîyê” rave kir.
Di daxuyanîye de, herwiha lîstek 126 herêmên li seranserê Amerîka jî hat parve kirin, ku çavdêrên hilbijartinê yên federal lê hatine bicîh kirin.
Çavdêrên wezaretê wê kontrol bikin ka qanûnên federal ên parastina mafê dengdanê tên cîbicîhkirin an na.
Ev qanûn parastina dengderan ji tirsandin û cudakarîyê, herwiha dabînkirina derfetên wekhev ji bo dengdana kesên xwedî astengiyan digirin nav xwe.
Wezaretê ragihand ku karmendên wê di roja hilbijartinê de bi berpirsên eyalet û herêman re di têkiliyê de bin û pirs û gilîyên gel ên derbarê mafê dengdanê de werbigirin.
Wezareta Dadê ji sala 1965’an ve, piştî derketina Qanûna Mafê Dengdanê, çavdêran dişîne hilbijartinan.