Navên herî mezin di siyaseta Demokrat û Komarî de, Joe Biden, Barack Obama û Donald Trump, roja Şemiyê diçin Pennsylvania bi hêviya ku di hilbijartinên nîvdem de bi ser bikevin di pêşbaziyekê de ku dikare kontrolkirina Senatoya Amerîkî diyar bike.
Serokê berê Barack Obama gera xwe ya pênc wîlayetan bi mebesta rawestandina jidestdanên partiya xwe di hilbijartinên kongrêsê yên roja Sêşemê de pêk tîne, bi amadebûna li Pittsburghê ligel berbijarê Demokrat yê senatoya John Fetterman berî ku biçe Philadelphia, ku ew ê li Zanîngeha Temple ligel Serok Biden derkeve ser dikê.
Di heman demê de, Serokê berê Donald Trump, dê di mîtîngek li Latrobe, li başûrê rojhilatê Pittsburghê de, piştgirîyê bide namzedê Komarî yê Senatoyê, doktorê navdar Mehmet Oz, û namzedê Komarî yê parêzgariyê Doug Mastriano.
Ji ber ku ew ji dema ku dev ji postê xwe berdaye di nav tevgerek domdar ya mîtîngan de ye, Trump di heman demê de kar dike ku cihê xwe biparêze ji ber ku ew plan dike piştî hilbijartinên nîv dem dest bi helmeta sêyem ya koşka Spî bike, li gorî şêwirmendan.
Ev yek dikare qonaxekê ji bo hevdîtna Biden û Trump saz bike, her çendî hin Demokrat dibêjin ku jidestdanên giran yên partiya Biden roja Sêşemê dikare fişarê li ser serok zêde bike ku bihêle kesek din di sala 2024an de bibe kandîdê Demokratan.
Pêşbaziya Fetterman û Oz ya Senatoyê yek ji sê pêşbaziyên girîng in, ligel Georgia û Nevada, ku dê diyar bike ka Demokrat pirraniya xwe ya kêm di Senatoyê de diparêzin, û li gel wê jî hêza pejirandina namzedên Biden ji postên kabîneya wî heta Dadgeha Bilind.
Pêşbîniyên rapirsiyên nepartîtî yên hilbijartinan destnîşan dikin ku Komarpî reng e kontrola encûmena Nûneran bikin û di Senatoyê de jî bibin wek hev û ev jî dê hêzê bide Komariyan ku rojeva yasayî ya Biden asteng bikin û lêpirsînan dest pê bikin ku dibe ji bo Biden zerermend bin.
Çavkanî: Reuters