Di hilbijartinên nîvdem ên îro, 3’yê Mijdarê de, dengder li 21 wîlayetên Amerîkayê bi pîvanên nû yên sînordarker ên tekildarê qeydkirin, nasname û dengdana bi posteyê re rûbirû mane.
Li gor navenda "Brennan Center for Justice", nêzî 40 qanûnên nû di vê hilbijartinê de têne cîbicîkirin.
Ji van 21 wîlayetan, 18 di bin kontrola walî û piranîya qanûndanyînê ya Komarîyan de ne. Li sê wîlayetên din—Kansas, Kentucky û North Carolina—walî Demokrat in, lê piranîya qanûndanî di destê Komarîyan de ye. Ev dabeşkirin ji berawirdkirina lîsteya Brennan Centerê û daneyên kontrola siyasî ya wîlayetan tê derxistin.
Ji wan 21 wîlayetan, li 18'yan walîyên Komarî û di desteyên qanûndanînê de jî piranîya Komarîyana hene.
Li 3 wîlayetên din—Kansas, Kentucky û North Carolina—walî Demokrat in, lê piranîya qanûndanînê di destê Komarîyan de ye.
Ev dabeşkirin, ji berhevdana lîsteya wîlayetan a Brennan Centerê ligel daneyên derbarê kontrola partîyan li ser hikûmetên wîlayetan pêk tê.
Hin mînakên van pîvanên nû ev in:
Li New Hampshire, kertên xwendekarîyê êdî ji bo piştrastkirina nasnameyê dengderbûnê nayên qebûlkirin. Dengder dikarin belgeyên pejirandî yên wekî belgeya fermî ya ajotinê, pasaporta Amerîkayê an nasnameya leşkerî bi kar bînin.
Karbidestên wîlayetan destnîşan dikin ku dengderên qeydkirî mecbûr in ku îro, di roja dengdanê de belgeya welatîbûnê bi xwe re bînin navenda dengdanê.
Li Ohio, pelên dengdanê yên asayî yên bi posteyê divê herî dereng saet 7:30’ê êvara roja hilbijartinê bigihîjin desteya hilbijartinê wîlayetê. Qanûna heyama berê, ya ku heya çar rojan piştî hilbijartinê hatiye rakirin.
Li Utah, kaxezên dengdanê yên bi posteyê divê herî dereng demjimêr 8’ê êvara roja hilbijartinê bigihîjin ofîsa berpirsê hilbijartinê an bên avêtin qutîyên taybet. Tenê mohra posteyê ya roja şandinê êdî ne derbasdar e.
Li Mississippi, qanûneke nû ji hin kesên ku ji bo dengdanê qeyd bibin dixwaze ku, ger welatîbûna wan bi belgeyên heyî neyê piştrastkirin, divê ew belgeyên wekî pasaport an belgeya jidayikbûnê pêşkêş bikin.