Amerîka roja Çarşemê çar asmanger piştî zêdetirî 50 salan, bo cara yekê bi awayekî serkeftî şand bo geştekê li derdora heyvê.
Di vî erka dîrokî ya Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) de, sê asmangerên mêr û yeka jin bo asmên ji Navenda Valahîya Asmanî ya Kennedy li Florîdayê hatin şandin.
Artemis 2 roketa herî bihêz e ku NASA heta niha ji bo erkên xwe yên valahîya asmanî bikar anîbe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîyekê de got: “Artemis 2, yek ji roketên herî bihêz yên ku heta niha hatine çêkirin, dê asmangerên me yên wêrek bigihîne dûrtirîn cihê valahîya asmanî.”
Biryar e erkê van asmangeran, ku sê Amerîkayî ne û yek Kenedî ye, bigihên dûrtirîn xal di nav valahîya asmanî de ku heta niha mirov karibe bigihêjê.
Trump bi berdewamî tekezî li ser pêkanîna bernameyên valahîya asmanî û serdestîya Amerîkayê li valahîyê kiriye.
Geşta Artimes 2 dê li dor heyvê bigere û cardî vegere ser erdê. Geşt dê 10 rojan dirêj bike.
Cara dawî ku mirovan lingên xwe danî ser heyvê di Mijdara sala 1972'an de bû, wekî beşek ji geşta Apollo.