Di nav destkeftiyên cûrbicûr ên 250 salên dîroka Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê de, belkî yek ji wan ên herî hêja mîrata parastina xwezayê ye. Parkên niştimanî yên Amerîka nimûneya wê baweriyê ye ku bedewiya xwezayî ya welatekî, ne tenê ji bo vî nifşî ye, lê ji bo nifşên pêşerojê jî nîşan didin.
Fikra parastina xwezayê li Wîlayetên Yekgirtî, 150 sal berê bi damezrandina Parka Niştimanî li sala 1872’ê ya Yellowstone re ket qonaxeke dîrokî.
Yellowstone wekî parka niştimanî ya yekem a cîhanê tê zanîn, û damezrandina wê nîşan da ku hin dîmenên sirûştî divê ji bo hetahetayê û ji bo hemî mirovan werin parastin.
Parka Yellowstone
Îro, piştî zêdetirî 150 salan ji damezirandina Yellowstone, parkên niştimanî di nav cihên geştiyarî yên herî navdar ên welêt de ne. Amarên sala 2025’an vê yekê piştrast dikin, û dibêjin ku Parka Great Smoky Mountains di nav parkan de, di warê geştiyarîyê de, di rêza yekem de ye. Tenê di sala borî de zêdetirî yanzdeh mîlyon kes serdana wê kirine. Parka Niştimanî ya Zion û Yellowstone, herdu jî bala nêzîkî pênc mîlyon mêvanan dikişînin, û bi dehan parkên din yên welêt jî, salane bi mîlyonan geştiyaran bo xwe dikişînin.
Ev pêşwaziya berfireh nîşan dide ku parkên niştimanî ne tenê cihên ji bo bêhnvedanê, lê beşeke girîng e ji mîrateya xwezayî û çandî ya Amerîkayê.
Hikûmeta Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê jî girîngiyeke taybet dide parastin û baştirkirina parkên niştimanî. Bo nimûne, di Çileya 2025’an de, rêveberiya Donald Trump fermanek bi navê, "Bi Baştirkirina Parkên Niştimanî, Amerîkayê Dîsa Xweşik Bikin", derxist ku dupatkirinê li ser parastina parkên niştimanî ji bo nifşên pêşerojê dike û banga baştirkirina xizmetguzarî, binesazî û pirsgirêkên parkan dike.
Rêveberiya Trump her wiha got ku zêdekirina xercên bilêtan ji bo geştiyarên biyanî, dikare dahateke zêdetir ji bo parastin, avakirin û baştirkirina binesaziya parkên niştimanî peyda bike.
Li demekê ku Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê salvegera 250’an a damezrandina xwe pîroz dike, girîngiya balkişandina ser mîrateyek wekî parkên niştimanî xwedî wateyek taybet e: ger avahî û bajar sembolên pêşkeftina Amerîkî bin, parkên niştimanî jî dikarin sembolên rêzgirtina welat ji bo xwezayê û nifşên pêşerojê bin.