Wezîrê Derve yê Amerîka dê Serdana Swêd û Hindistanê Bike

U.S. Secretary of State Marco Rubio walks outside the Great Hall of the People on the day of a state banquet with President Trump.

Biryare Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Înê serdana Swêdê bike, da ku beşdarî civîneke wezîrên derve yên welatên endamên NATO'yê bibe, ji bo danustandinan li ser “Pêdivîya zêdekirina weberhênana parastinê û parvekirina mezintir ya erkan” di navbera endamên NATOyê de bike.

Ev seredan piştî vekişîna 5,000 serbazên Amerîka ji Almanya, hevalbenda NATO'yê, di destpêka vê mehê de tê.

Ev pêşhate di demekê de ye ku rêvebirîya Serok Trump givaşê li welatên Ewropa dike da ku berpirsîyarîya bêtir ya parastina xwe bigirin ser xwe, herwiha rêvebirîya Trump ragihand, ku şandina hêzên Amerîka bo Polonyayê hatîye paşxistin.

Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance doh Sêşemê got, “Em ji Ewropa dixwazin bêtir berpirsîyar be li ser selametîya axa xwe.”

Fermandarê Bilind yê Hêzên Hevalbend yên NATO'yê li Ewropayê General Alexus Grynkewich got, ku ev guhertin “ Tiştê bi tenêye ku ez di demeke nêzîk de çaverê dikim” lê xuya dike Amerîka hebûna xwe ya leşkerî ji nû ve sererast dike, di deemekê de ku Ewropa dest bi “Pêşvebirina parastina xwe ya normal ya Ewropayê” dike.

Li gorî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard, îhtîmaleke mezin e ku civîna wezîrên derve yên NATO'yê li Helsingborgê, li ser têçûnên berevanî û “Piştgirîya berdewam ji bo Ukraynayê" be.

Di civîna bilind a NATO'yê ya sala 2025an de, endamên NATO'yê li ser 5% ji dahatê niştimanî ji bo “Pêdivîyên berevanîya sereke” û lêçûnên din ên ewlehîyê heta sala 2035ê weber binin.

Dema ku li Swêdê ye, Rubio dê bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte re bicive, da ku li ser berjewendiyên hevbeş danustandinan bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, ku Rubio piştî serdana Swêdê dê biçe Hindistanê jî da ku bi karbidestên Hindistanê re “Li ser ewlehîya enerjîyê, bazirganî û hevkarîya berevanîyê” danûstandinan bike”.

Ji 23ê heta 26ê Gulanê, ew dê biçe Kolkata, Agra, Jaipur û New Delhiyê.