Amerîka Legerîna li Endamê Windabûyî yê Hêzên Deryayî Radiwestîne

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê îro Yekşemê ragihand ku wan lêgerîna çalak a ji bo deryavanekî ku di refê Helîkopterên şer (HSC) 5 de hatibû erkdarkirin û li ser keştîya firokhilgir a USS George H.W. Bush (CVN 77) bû, rawestand.

Fermandarîyê di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X’ê hat belavkirin, got, ”Piştî ku helîkopterek MH-60S li Deryaya Erebî ket xwarê, Deryavan di 1ê Tîrmehê de winda bû. Hewldan piştî lêgerînek berfireh ji hêla Hêzên Deryayî yên Amerîka û Hêza Esmanî ya Amerîkayê ve li herêma bi berpirsîyarîya Fermandarîya Navendî, bi dawî bûn.”

Li gorî pîvanên Hêzên Deryayî, navê deryavan nayê aşkerekirin heta herî kêm 24 demjimêran piştî ku xizmên wî tên agahdarkirin.

“Bêhtirî 102 demjimêran, hewldaneke lêgerîn û rizgarkirinê ya berfireh û hevrêzkirî ku li ser 14,000 mîlên çargoşe dirêj bû, hate meşandin,” Fermandarîyê got.

Daxuyanîyê anî ziman ku gelek yekîne beşdarî hewlên lêgerîn û rizgarkirinê bûn, di na de jî , Herdu refên Helîkopteran HSC5 û HSM46 ên keştiya barhilgir USS George H.W. Bush, Firokên bi baskên sabît ên barhilgira Air Wings CVW 7 û 9, refên helîkopterên HSC14 û HSM71 ên keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln (CVN 72), wêrankerên mûşekên aarastekirî yên Arleigh Burke USS Ross (DDG 71), USS Donald Cook (DDG 75), USS Higgins (DDG 76), USS Mason (DDG 87), û USS John Finn (DDG 113) bi HSM 51, û gelek balafirên Hêza Esmanî ya Amerîkayê.