Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku welatîyekî Îraqî li New Yorkê bi tawana plankirina herî kêm 18 êrîşên terorîstî tê darizandin.
Wezaretê roja Înê ragihand ku welatîyê Îraqî Mihemed Baqir Se’ed Dawûd Se’edî plan dikir ku bombeyekê li dijî bankekê li Amsterdamê biteqîne, êrîşa bi kêrê li ser Cihûyan li Londonê bike û êrîşa li ser konsulxaneya Amerîka li bajarê Toronto yê Kenedayê pêk bîne.
Wezareta Dadê dibêje ku Se'edî endamekî payebilind ê koma Ketayib Hizbullaha Îraqî ye. Buroya Vêkolînên Federal (FBI) jî ragihand ku ew welatîyê Îraqî piştgirîya rêxistinên terorîst yên di nav Îraqê de û yên girêdayî hêzên Pasdarên Îranê kiriye.
Artêşa Pasdarên Îranê û Hizbullaha Îraqî ji alîyê Amerîkayê ve wekî rêxistinên terorîst yên biyanî tên nasîn.
Li gor belgeyên ku roja Înê li Dadgeha Federal a Manhattan (New York) hatine diyar kirin, Se'edî di meha borî de hewl dabû ku êrîşî kenîşteyeke Cihûyan li New Yorkê bike.
Herwiha, wêne û nexşeyên navendên Cihûyan li Los Angeles û Arizona bi Se'edî re bûn û gotibû ku wî plana êrîşan li wan cihan hebû.
Wezareta Dadê got ku Se’edî di plandanîn, bicîkirina û berpirsîya du êrîşên dawî yên li Kanadayê de beşdar bûbû, di nav wan de êrîşa li ser kenîşteyeke Cihûyan û teqekirina li ser konsulxaneya Amerîka li Torontoyê.
Wezareta Dadê dibêje, ku Se’edî êrîş di bin navê Tevgera Gelê Yemenê ya Îslamî de, ku beşek ji Hizbullahê ye, pêk anîne.