Sê Bira yên Îraqî bi Tawana Peqîna liber Balyozxaneya Amerîka li Norwêcê Hatin Girtîn

OSLO — Berpirsên hikûmeta Norwêcê girtîna sê kesên bi esl Iraqî ragihand ku guman tê kirin ku wan beşdarî di "teqîna terorîstî" ya liber Balyozxaneya Amerîka de li Osloyê kirbin.

Christian Hatlow, dozgerê giştî yê polîsê Osloyê di konferanseke rojnamevanî de got, ew sê kese birane û bi esl Îraqî ne lê nasnama wan Norwêcî ye.

Herwiha got, Hersê kes roja Çarşemê bi tawana pêkanîna peqîneke terorîstî li derveyî balyozxaneya Amerîka hatin girtîn.

Christian Hatlow da zanin ku ew kese di temenê bîst saliyan dane û berê ji hêla polîs ve ne hatine nas kirin.

Polîsê Norwêcê ragihand, ew mijûlî eşkerekirina handerên vê bûyerê ne û egerên hebûna destê alîyek hikûmetekê di vê pirsê de.

Peqin roja Yekşema derbasbûyî çê bibû, polîs dibêje, peqinê balyozxaneya Amerîka kir armanc, lê ti ziyan çênebûn.

Heta niha ti nîşanek tune ye ku êrîş ji aliyê Îranê ve hatibe plankirin.

Baregehên dîplomatîk yên Amerîka her ji dawiya meha borî ve ji ber gefên aramanc girtîna Îranê û hevalbendên wê ve di rewşa amade başiyê de ne.

Polîsê Kanadayê duh ragihand, ku ji alîyê kesek nenas kirî ve êrîşek dijî konsulxaneya Amerîka ya li Torontoyê pêkhat.

Di rojên dawî de, li gelek deveran, di nav wan de, Pakistan, Erebistana Siûdî û Iraq, balyozxane û konsulxaneyên Amerîka bûne aramanca êrîşan.