Bi Hêvîya Danûstandinên Aştîyê, Buhayên Petrolê Dadikevin û Bazarên Cîhanî Bilind Dibin

Di demekê de ku axaftin li ser gereke din a danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de didomin, buhayên petrolê dadikevin û bazarên cîhanî bilind dibin.

Buhayên borsayê qezencên girîng tomar kirin li dema ku Serok Donald Trump ji kanala CNBC re got ku ew hêvî dike ku Amerîka û Îran berî bidawîbûna dema agirbestê roja Çarşemê bigihêjin "peymaneke mezin."

Dow Jones 270 xal, an 0.5% qezenc kir. S&P jî bi 500 xalan 0.2% zêde kir, û Nasdaq Composite jî bi rêjeya 0.3% zêde bû.

Serok Trump roja Sêşemê ji CNBC re got ku "Emê bi peymaneke mezin dawîyê lê bibin. Wan ti bijardeyeke din tune. Me hêza wan a deryayî ji holê rakir, me hêza wan a esmanî ji holê rakir, me rêberên wan ji holê rakirin."

Lê belê, wî destnîşan kir ku artêşa Amerîkî "amade" ye ku Îranê bombebaran bike eger peymanek berî bidawîbûna agirbestê neyê îmzekirin. Wî got ew naxwaze agirbestê dirêj bike.

Piştî daketinên mezin ên vê dawîyê, buhayên petrolê bi hêvîya peymanekê aram bûn. Buhayê petrola xav a West Texas Intermediate %0,6 daket û bû dora 90 dolaran ji bo bermîlekê. Peymanên siberojê yên petrola xav a Brent a navneteweyî jî bi rêjeya %0,3 daketin û bi 95 dolaran ji bo bermîlekê di bazarê de hatin firotin.