Buhayên petrolê yên navneteweyî roja Pêncşemê bilind bûn û nîşandekên borsayê jî daketin, ligel fikarên weberhêneran derbarê alozîya derbasbûna keştîyan di Tengava Hormuzê re.
Buhayên peymanên siberojê yên petrola xav a Brent a navneteweyî bi rêjeya 3.1% zêde bûn û gihîştin 105.07 dolarî bo bermîlekê.
Nîşandekên borsayê yên Amerîkayê jî daketin, bi heman şêweyên yên Asya û Ewrupayê, piştî ku weberhêneran hin ji qezencên ku roja berê bi rîya S&P 500 û Nasdaq Composite ber bi bilindahîyên rekorî ve biribûn, vegerandin.
Nasdaq nêzîkî %1 kêm bû, di heman demê de S&P 500 bi rêjeya %0.4 daket, û Dow Jones jî bi rêjeya %0.4, anku 181 xal, kêm bû.