Balyoza Amerîka ya Îraqê Alina Romanowski îro Duşemê got ku ew ji biryara Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya boykotkirina hilbijartinên parlamanê bi fikar in.
We are concerned by KDP’s announcement to boycott the Iraqi Kurdistan Region elections. We urge the Government of Iraq & the Kurdistan Regional Government to ensure that elections are free, fair, transparent, & credible. All the people of Iraqi Kurdistan Region should have a…
— Ambassador Alina L. Romanowski (@USAmbIraq) March 18, 2024
““Em ji biryara PDK bi fikar in.Em ji hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku jibo pêkanîna hilbijartineke azad, dadmend, şefaf û bawerpêkirî bixebitin. Divê mafê hemî gelê Herêma Kurdistana Îraqê hebe ku siberoja xwe dîyar bikin,” Romanowski li ser platforma X got.
Rêvebira PDKê Eşwaq Caf îro ji Dengê Amerîka re gotibû ku ewê wek protestokirina biryara Dadgeha Bilind ya Federal ya Îraqê beşdarî hilbijartinan nebin.
Caf dabû zanîn ku wek protestokirina wê biryarê pêkhatên Tirkmen, Keldan, Suryan û Ermen jî wê hilbijartinên parlamentoyê boykot bikin.