Serokê Amerîka Donald Trump hevalbendên NATOyê matmayî kirin bi soza şandina 5,000 serbazên din bo Polandayê.
Biryara Serok Trump, tenê bi çend demjimêran hat, berî ku Wezîrê Derve yê Amerîak Marco Rubio îro Înê, li Swêdê bi wezîrên hevpeymanîya NATOyê re bicive.
Serok Trump li ser platforma Truth Social ragihand, “Li gor hilbijartina serketî ya Serokê niha yê Polendayê, Karol Nawrocki, ku min bi serbilindî piştgiriya wî dikir, û têkelîya me bi wî re, ez dilxweş im ku ragihînim ku Amerîka dê 5,000 serbazanên din bişîne Polendayê.”
Serokê Polandayê Karol Nawrocki spasîya Serok Trump kir û got, “Hevpeymanîyên baş, ew hevpeymanî ne ku li ser hevkarîyê, rêzgirtina dualî û pabendbûna bi ewlehîya me ya hevbeş ava bibin.”
Marco Rubio di daxuyanîyekê derbarî NATOyê got, “Serok Trump pir bi hêvî ye. Divê em bizanin, ku gelek welat di nav NATOyê de hene ku bi me re lihev dikin ku nabe Îran bibe xwedîya çekên navokî, û Îran ji bo cîhanê gef e. Ji ber vê yekê Serokî got ku ewê tiştekî bike. Ew ji wan naxwaze ku hêzan ya firokên şer bişînin. Lê ew red dikin ku her tiştekê bikin.”