Kandîdê serokatî Mitt Romney li hilbijartinên kandîdên Partîya Komarî li wîlayetên Arizona û Michigan piranîya dengan bidest anî.
Romney, fermandarê berê yê wîlayeta Massachusetts, bi hêsanî dengên Komarîyên Arizona qezenc kir. Lê belê li wîlayeta Michigan cîyawazîya dengan li navbera Romney û Rick Santorum kêm bû.
Roja Sêşemê, 6’ê Adarê, hilbijartinên kandîdên Partîya Komarî li 10 wîlayetan bi rêve diçin ku bi ‘Super Tuesday’ tê naskirin.