Cîgirê Serok JD Vance û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civînên cuda ligel Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Thanî li Washington pêk anîn.
Di wan civînan de rêberên herdu welatan soz dan ku Tengava Hormuzê ji bo keştîvanîyê vekirî bihêlin. Wan herwiha li ser hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina girjîya di navbera Amerîka û Îranê de nîqaş kirin.
Qeterê, ku navbeynkareke serekî ya nakokîya li Rojhilata Navîn e, got ku Serokwezîrê wê û Wezîrê Karên Derve Al Thanî û Vance, ku îro Sêşemê civîyan, bûyerên dawî yên li herêmê bi balkişandina ser dîplomasîya çalak û hewldanên hevbeş ên li ser "kêmkirina girjîyê û zêdekirina ewlehî û aramîya li herêmê" nirxandin.
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyanîyekê de got ku di wê civînê de Qeterê piştgirîya xwe ji bo destpêşxerîyên dîplomatîk ên ku ewlehîya deryayî diparêzin û rê li ber peymaneke berfireh a li ser aştîya herêmî vedikin, dubare kir.
Dengê Amerîka ji bo hûrgulîyên bêtir li ser civînê peywendîyê ligel Koşka Sipî kir, lê heta dema weşandina vê nûçeyê de ti bersiv wernegirt.
Ewlehîya deryayî jî xaleke navendî bû di civîna di navbera Rubio û El Thanî de ku do Duşemê pêk hat.
"Herdu alîyan pabendbûna xwe ya ji bo parastina azadîya keştîvanîyê di Tengava Hormuzê re ji nû ve piştrast kir," Rubio û Al Thani di daxuyanîyek hevbeş de piştî civînê got.
"Wan tekez kir ku derbasbûna ewle û bê asteng di vê rêya avê ya girîng re ji bo ewlehîya herêmî, dabînkirina enerjîyê ya pêbawer û aramîya aborîya cîhanî girîng e," daxuyanîyê got.
Ev yek di demekê de tê ku êrîşên li ser keştîyan di tengavê de vê mehê zêde bûne.