Amerîka Qedexeya Firotina Çekan ji ser Sûrîyê Radike

Dîmenek li hindavê navenda bajarê Dîmeşq (Şam)ê

Rêveberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew qedexeya kirîn û şandina çekên Amerîkî ji Sûrîyê re radike.

Wezareta Derve Çarşemê got ku ew guhertinan di "Rêziknameya Trafîka Navneteweyî ya Çekan" (ITAR) de dike da ku Sûrîye ji lîsteya wan welatan derkeve ewên ku nikarin çek û cebilxaneyên Amerîkî werbigirin.

Ev biryara ku îro Pêncşemê karîger dibe tê wê wateyê ku daxwazên kirîna çekan ên ji alîyê Sûrîyê ve, êdî dê li gor rewşa her dozekê bi awayekî cuda bên nirxandin.

Serok Trump sala borî ji bo sivikkirina cezayên aborî li Sûrîyê dest bi prosesekê kiribû.

Di meha Tebaxê de, Wezîrê Derve Marco Rubio statûya Sûrîyê wekî "dewleteke ku piştgirîya terorê dike" betal kir û bi vî awayî rê ji bo vê gava dawî ya nêzîkbûna bi hikûmeta demkî re xweş kir.

Wezareta Derve herwiha planên xwe yên nûvekirina Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ragihand. Ev bûne 14 sal ku balyozxane girtî ye.

Ligel derxistina Sûrîyê ji lîsteya reş a ITAR'ê, tenê heft welat mane ku di bin siyaseta rênedana destûra hinardekirina çekên Amerîkayê de ne: Belarûs, Çîn, Kuba, Îran, Myanmar, Koreya Bakur û Venezuela.