Amerîka Sizayan Datîne ser Kompanîyên ku Piştgirîya Kerta Çekan a Îranê Dikin

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî roja Înê siza li dijî 10 kes û kompanîyan ragihand, di nav de çend li Çîn û Hong Kongê.

Di daxuyanîyekê de, Wezareta Xezîneyê got ku wan kes û kompanîyan alîkarîya Îranê kirine ku çek û madeyên xav ji bo çêkirina dronên Şahid û mûşekên balîstîk peyda bike.

Ev gava Wezareta Xezîneyê tê çend rojan berî ku Serokê Amerîkî Donald Trump serdana Çînê bike ji bo hevdîtinekê ligel Serok Xi Jinping.

Wezareta Xezîneyê got ku ew amade ye kiryarên aborî li dijî bingeha pîşesazîya leşkerî ya Îranê bike da ku Tehran şiyana hilberîna xwe ji nû ve ava neke.

Wezareta Xezîneyê herwiha diyar kir ku ew amade ye li dijî her kompanîyeke biyanî ku piştgirîyê dide bazirganîya neqanûnî sizayan deyîne.