Amerîka û Erebistana Siûdî li Îraqê Êrîşî Grûpên Girêdayî Îranê Kir

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê û Hêzên Erebistana Siûdî li Îraqê êrîşî “terorîstên” girêdayî Îranê kiriye.

CENTCOM’ê di daxuyanîyeke ku li ser platforma X’ê belav kir de got ku wê û “Hêzên Çekdar ên Erebistana Siûdî di 28ê Tîrmehê de li Îraqê êrîş pêk anîn li dijî terorîstên girêdayî Îranê ku fermanan ji Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) werdigirin da êrîşî hêzên Amerîkî û binesazîya enerjîyê ya Siûdî bikin.”

“Balafirên şer ên Amerîka û Siûdîyê li rojhilatê Îraqê li dijî zêdetirî 30 êrîşên esmanî yên bi dronên ku ji aliyê IRGC ve hatine kirin, di 72 demjimêrên dawî de, li gelek cihên lojîstîk û çekan xistin,” Daxuyanîyê got.

CENTCOM’ê got “Êrîşên nerewa yên dijî hêzên Amerîkayê serketî nebûn.”

Wê anî ziman ku “ji Şibata 2026an heta Nîsana 2026an, zêdetirî 600 hewldanên êrîşan li ser welatiyan û bingehên Amerîkî li Îraqê ji alîyê milîsên terorîst ên bi Îranê ve girêdayî ve, çêbûn.”

CENTCOM’ê di dawîya daxuyanîya xwe de got, “Ji bo ku xwe ji bersiveke leşkerî ya Amerîkayê dûr bixin, divê IRGC û alîgirên wê yên terorîst van êrîşan rawestînin.”