Senatoya Amerîkî roja Çarşemê pirojeyaseyek red kir ku dê rêveberîya Trump neçar bikira ku ji bo berdewamkirina şerê xwe yê li dijî Îranê erêkirina kongreyê bixwaze.
Pirojeyaseya ku ji hêla Senatorê Demokrat Tim Kaine yê wîlayeta Virginiayê ve hatî pêşkêşkirin, bi 53 deng beramber 47 dengan bi ser neket.
Senatorê Demokrat ê wîlayeta Pennsylvaniayê John Fetterman tenê Demokrat bû ku li dijî pirojeyaseyê derket. Senatorê wîlayeta Kentucky Rand Paul jî tenê Komarî bû ku piştgirî da pirojeyaseyê.
Ger were pejirandin, pirojeyase dê rêveberîya Trump neçar bike ku helmeta esmanî û deryayî ya Amerîkî li dijî Îranê bidawî bike û ji bo her çalakîyeke leşkerî ya din erêkirina kongresê bixwaze.
Senatorê Demokrat ê wîlayeta Connecticut Chris Murphy berî dengdanê anî ziman ku divê şer ji hêla Kongresê ve were destûrdayîn, ji ber hejmara leşkerên Amerîkî yên ku di şer de têne kuştin.