Trump Êrîşa Mizgefta San Diego Wekî 'Rewşeke Pir Xirab' Binav Dike

Karbidestên Amerîkayê êrîşa çekdarî ya roja Duşemê li ser mizgefteke bajarê San Diego vekolîn dikin û wê wekî êrîşeke kîndarîyê binav dikin.

Di teqekirinekê li ser mizgeftekê li bajarê San Diego yê wîlayeta Kalîfornyayê sê kes hatin kuştin.

Serokê Amerîka Donald Trump li dema bersivdana pirsekê derbarê êrîşê got ku “Hin agahdarîyên destpêkê ji min re hatine, lê emê dîsa pir bi baldarî lê binêrin.” Trump herwiha da zanîn ku ew bûyer “Rewşeke pir xirab e.”

Polîs dibêje du êrîşkarên çekdar teqe li Navenda Îslamî ya San Diego ya Kalîfornyayê kir û sê kes li wir kuştin. Di nav qurbanîyan de pasevanekî ewlekarîyê heye.

Karbidest dibêjin ku herdu gumanbar, ên 17 û 18 salî, piştî êrîşê di nav otomobîlekê de bi guleyan xwe kuştin.

Rêveberê Buroya Vekolînên Federal (FBI) Kash Patel, li ser platforma X'ê got ku hemû çavkanîyên ajansa wî “dê ji bo alîkarîya hevkarên herêmê werin berhevkirin û dema zanyarîyên nû bigihêjin destê me, emê raya giştî agahdar bikin."