Fermandarîya Navendî ya Operasyonên Taybet a Amerîkayê Veguhestina Serkirdayetîyê Pîroz Kir

Fermandarîya Navendî ya Operasyonên Taybet a Amerîkayê (SOCCENT) di 14ê Tebaxê de li Tampa ya Florîdayê merasîmek guhertina fermandarîyê li dar xist, ku veguhestina serokatîyê ji General Jasper Jeffers bo admîral Thomas Donovan nîşan da.

General Patrick Frank, cîgirê fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), serokatîya merasîmê kir û pesna serkeftinên SOCCENT’ê bi serokatîya Jeffers de da.

Frank got, "Di 25 mehên xwe yên di fermandarîyê de, General Jeffers bi fedakarî û wêrekiyeke mezin, bi hizreke pêşketî û dahênaneke serkirdayetîye, rêberî kiriye. Serkeftinên wî dê bandoreke mayînde hebin."

Jeffers di Hezîrana 2024an de dest bi fermandarîyê kir, û wî SOCCENT di plansazî û birêvebirina operasyonên taybet de li seranserê herêma berpirsiyarîya 21 welatan a CENTCOM’ê li Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Asyaya Başûr de, bi rê ve bir. Niha ew ê wekî fermandarê Hêza Seqamgîrîya Navneteweyî ya ku piştgirîyê dide plana aştîyê ya ji bo Xezayê xizmetê bike.

Di axaftina xwe ya xatirxwestinê de, Jeffers spasîya leşker, rêber û malbatên li seranserê fermandarîyê kir ji bo xizmeta wan a fedakar.

Jeffers got, "Eger ez bixwazim îro bi gotinekê hestên xwe derbibirim, ezê spasdarîyê hilbijêrim. Ev merasîm ne ji bo fermandarîyê ye; ew ji bo gel e. Hûn hemî bi awayê herî baş nûnertîya Amerîkayê dikin. SOCCENT, spas dikim. Xizmetkirina bi we re rûmetek bû."

Fermandarê nû yê SOCCENT, Donovan, berê serokatîya Fermandarîya Vedîtin û Çalakkirina Taybet ji bo Fermandarîya Operasyonên Taybet ên Amerîkayê li Baregeha Hêza Esmanî ya MacDill li Tampayê kir.

Ew ji bajarê Portsmouth ê Virginia ye. Piştî ku ji ku Akademîya Deryayî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê derçû, wî di sala 1996'an de wekî endamê Hêzên Operasyonên Taybet ên Deryayî (Navy SEAL) dest bi kar kir.