Pentagon Nasnameya Çar Serbazên ku di Şerê Dijî Îranê de Hatibûn Kuştin Diyar Dike

Wezareta Cengê ya Amerîkayê(Pentagon) nasnameya çar sebazên Amerîkî yên ku di şerê dijî rejîma Îranê de mirin eşkere kir

Pentagonê nasnameya çaran ji şeş serbazên ku roja Yekşemê di êrîşa Îranê ya li Kuweytê de hatibûn kuştin eşkere kir.

Serbaz Cody Khork ê 35 salî ku ji Winter Haven, Floridayê ye; Noah Tietjens ê 42 salî ku ji Bellevue, Nebraskayê ye; Nicole Amor a 39 salî ku ji White Bear Lake, Minnesotayê ye; û Declan Coady yê 20 salî ku ji West Des Moines, Iowayê ye.

Her çar serbaz endamên Fermandarîya Piştgirîyê ya 103emîn, ku yekîneyeke yedek a Artêşa Amerîkyê li Iowa bûn.

Wezareta Cengê nasnameya du serbazên din ên ku roja Yekşemê hatine kuştin eşkere nekiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku rêveberîya wî her tiştî dike da ku pêşî li qurbanîyên din bigire, her çend ew dibêje ku ev karekî dijwar e û hejmara qurbanîyan dikare zêde bibe, di demekê de ku şer berdewam e.