Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio û hevtayên xwe yên Koreya Başûr û Japonê “pêgirîya xwe ya xurt a nehêlana tevahîya çekên navokî” li Koreya Bakur dubare kir.
Civîna her sê welatan do Înê li kêleka kombûna wezîrên derve yên welatên G20 li Atlantayê pêk hat.
Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, her sê wezîran soz da ku “biryarên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi tevahî pêk bînin.” Di nav wan biyaran de jî qedexekirina piştgirîya darayî ji bo bernameyên navokî û mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur cih digirin.
Koreya Bakur red dike ku çekên xwe ji nav bibe. Rûsya û Çîn piştgirîya Koreya Bakur dikin.
Koreya Bakur rewşa xwe ya wekî dewleteke xwedî çekên navokî di yasayan de bicîh kiriye û gelek caran tekez kiriye ku çekên wê yên navokî mayinde ne û nayên guhertin.
Eger heye ku Serokê Amerîka Donald Trump û rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha bê de hevdîtinekê li dema kombûn a bilind ya Aborî ya Asya-Pasîfîkê pêk bînin.
Serok Trump gelek caran pêşniyar kiriye ku bi Koreya Bakur re danûstandinên derbarê mijara navokî û mijarên din bike.