Serokê Amerîkî Joe Biden ragihand ku Amerîka û Brîtanya dest êrîşên esmanî li dijî armancên girêdayî mîlîtanên Hûsî li Yemenê pêk anîne.
Biden di daxuyanîyekê de derengî Pêncşemê got ku Kanada, Australya, Behreyn û Holandayê piştgirî dane vê operasyonê.
Karbidestekî Amerîkî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa Reuters re da zanîn ku bi kêmî 10 cih li çend bajarên Yemenê yên jêr destê Husîyan hatine armanckirin.
Li gor televizyona CNN ya Amerîkî, êrîşên demjimêrên destpêka roja Înê bi dema Yemenê bi firokên şer û mûşekên Tomahawk pêk hatin.
Ev cara yekê ye ku Amerîka û Brîtanyayê êrîşên li dijî Husîyên ku Îran piştgirîya wan dike pêk tînin ji dema ku rêxistina Yemenî dest bi armanckirina çalakîyên bazirganîya navnetewî li nav Deryaya Sor kirine.
Husîyên ku piranîya Yemenê kontrol dikin, dibêjin ev êrîşên wan li nav Deryaya Sor bersiv in hember êrîşên Îsraîlê li Kerta Gazayê.
Amerîka gelek caran hişyarî dabû mîlîtanên Husî ku wan êrîşan rawestîne. Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê got ku "eger ew raneweste, ewê bertek hebin. Mixabin, ew ranewestîyaye."
Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û CNN hatine wergirtin.