Artêşa Amerîkayê Êrîşên Bêhtir Dijî Îranê Pêk Tîne

IRAN-CRISIS/

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wê dest bi êrîşên nû li dijî rejîma Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Bi fermana Fermandarê Giştî, hêzên Fermandarîya Navendî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi êrîşên zêdetir li dijî Îranê kirine da ku şiyana wan a gefxwarina li azadîya keştîvanîya li Tengava Hormuzê bêhtir kêm bikin.”

“Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê Îranê berpirsiyar dibîne di ber êrîşa nerewa ya vê dawîyê de, li dijî keştîyên bazirganî û tîmên sivîl ên ku bi azadî di rêyeke deryayî ya girîng a navneteweyî de tevdigerin,” CENTCOM’ê got.

Destpêkirina van êrîşan hat çend demjimêran piştî ku Serok Donald Trump ragihand ku rêkeftina demkî ya ji bo bidawîanîna şerê bi Îranê re, bi dawî bûye.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance demekê berê îro got, “Divê Îranî vê rastîyê pir baş bizanin, eger ew Tengavê bigirin, dê artêşa Amerîkayê bersivê bide. Rêkeftina di navbera me de ev e. Eger ew pêgir nebin, tiştê ku şeva borî qewimî, dê her şev dubare bibe.”